• Monday, 16 February 2026
logo

Li Ormiyê cezayê birîna dest ji bo girtiyek kurd hate dayîn!

Gulan Media October 11, 2018 Nûçe
Li Ormiyê cezayê birîna dest ji bo girtiyek kurd hate dayîn!
Girtiyeke kurd ê xelkê Kirmaşanê, ku di girtîgeha Ormiyê tê girtin, ji aliyê saziya dadweriya Îranê ve cezayê birîna dest ji bo wî hate dayîn.

Li gor malpera Mafê Mirov a Hengaw, girtiyê xelkê Kirmaşanê yê bi navê Kesra Keremî yê temen 38 salî, ji aliyê baskê yekem ê dadgeha tewanan a bajarê Ormiyê ve bi tometa dizî kirinê cezayê birîna dest ji bo wî hatiye dayîn.

Kesra Keremî payîza sala 2015ê ji aliyê hêzên ewlehiya bajarê Ormiyê ve bi tometa dizî hate girtin û ji wê demê ve heta naha li girtîgha navendî ya bajarê Ormiyê tê ragirtin.

Cezayê birîna dest li Îranê bi tometa dizî û li gor madeya 278 a yasaya ceza kirina îslamî tê dayîn. Li gor wî cezayî birîna dest di qonaxe yekem de tenê çar tiliyan digire û tiliyek û nava dest dimîne.

Rudaw
Top