• Monday, 16 February 2026
logo

Li Kerkûkê daxwaza grev girtinê tê kirin

Gulan Media October 10, 2018 Nûçe
Li Kerkûkê daxwaza grev girtinê tê kirin
jiber salvegera ixanetê daxwaza girev girtinê tê kirin
Hevpeymaniya civakî ya Kerkûkê daxuyaniyek weşandiye û têde daxwaz ji şêniyên Kerkûkê kiriye ku roja 16 Cotmehê ku dike salvegera xiyaneta Kerkûkê, greveke girseyî bikin.

Di daxuyaniha hevpeymaniya civakî ya Kerkûkê de hatiye nivîsandin ku: Em daxwaz ji xelkê Kerkûkê dikin ku bi minasebeta salvegera 16 Cotmehê bi qasî seatekî gireva giştî were kirin û kes ji malên xwe dernekeve û dûkan û bazar venekin.

Herwiha daxwaz hatiye kirin ku dawî bi rewşa nebaş ya Kerkûkê û desthilata leşkerî ya li Kerkûkê were.

Top