Qaymeqama Elqoşê dîsa vegeriya ser karê xwe
Duh encumena bajarokê Elqoşê dîsa jina mesîhî ya bi navê Lara Yûsif Zeray wek qaymeqama bajêr hilbijart.
Lara par jî ji aliyê encumena Elqoşê ve wek qaymeqam hatibû hilbijartin lê piştî ku Elqoş ji destê hêzên Pêşmerge hat derxistin, Lara ji aliyê parêzgarê Mûsilê ve hatibû dûrxistin û li dewsa wê kesekî bi navê Fayîz Cihûrî hatibû danîn.
