Ji Trump der barê Kaşikçi da daxuyanî
Trump li Qesra Spî der barê aqûbeta Kaşikçi da daxuyanî da.
Trump wiha axivî: “Ez di vê mijarê da bi fikar im. Hêvî dikim ev mijar heman bê zelalkirin. Der barê vê mijarê da niha tu kes tiştekî nizane.”
Paşê ji Qesra Spî daxuyaniyek hat dayîn û “Di vê mijarê da xeberên pir xirab tên. Ev xweşa min naçe” li ser gotinên Trump hatin zêdekirin.
Îdiaya rojnamevanê Siûdî Cemal Kaşikçi li Konsolxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî hatiye kuştin li Amerîkayê bûbû sedema bertekan.
Wezareta Karên Derva yê Amerîkayê ji bilî “Em mijarê ji nêz va dişopînin” tu şîroveyeke din nekiribû. Edîtorê rojnameya Washington Postê Fred Hîatt jî wiha gotibû “Heke xeberên dibêjin Cemal hatiye kuştin rast bin, ev pir xirab e, çalakiyeke dûrî aqilan e.”
Serok Recep Tayyîp Erdogan jî der barê windabûna Kaşikçi da gotibû “Rayedarên Serkonsolxaneyê nikarin bibêjin ‘ji vir derket’ û xwe xilas bikin.”
Waar.tv
