Nûnerê taybet ê Trump: YNKê zêde zêde bin bandora Îranê de ye!
Di komcivîneke çapemeniyê de nûnerê taybet ê serokê Amerîkayê yê karûbarê Sûriyê James Jeffrey, ku bendewarî hene di demek nêzîk de cîhê Brett McGurk de bibe nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê li hevpeymaniya navnetewî ya dijî DAIŞê de, bersiva pirsa rojnamevanan a derbarê ji hev dûrketina PDKê û YNKê ya piştî koça dawî ya Mam Celal naha hûn çawa dibînin û ew du partiye li Silêmaniyê û Hewlêrê li gel yek kar bikin?
James Jeffrey bersiva wê pirsa da û aşkera kir: YNK naha wek çend parçeyan dabeş bûye û zêde zêde bin bandoreke mezin a Îranê de ye. Ewqas bin bandora Îranê de ye ku min di temenê xwe yê karê siyasî de hegemonyayekî waha nedîtiye.’’
Herwaha got, ew hevkariya ku naha di navbera Îran û YNKê de heye, ji dema şerê navxwe ya salên 1990ê zêdetir e û wê demê herçend her du partî di şer de jî bûn, lê derfetên hevpeymanî kirinê hebûn.
Ev helwêstê nûnerê taybet ê Donal Trump di demekê de ye ku piştî koça dawî ya Talabanî, çend kesan desthilata partiyê girtine destxwe û dixwazin serdanên Brett McGurk ên li gel wan jî wek belgeya razîbûna Amerîkayê ya peyvendiyên YNKê û Îranê bidin nîşandan.
Basnews
