Wefîq Samerayî daxwaz dike wezareta çavkaniyên avê ya Iraqê ji PDKê re neyê dayîn!
Îro 09.10.2018ê yek ji dijminên giran ê serxwebûna Kurdistanê û mafên gelê kurd û şêwirmendê serokkomarê berê Celal Talabanî Wefîq Samerayî di tora xwe ya civakî facebookê de, daxwazên xwe nivîsandin û daxwazên xwe jî bi bahaneya rêgirtina li projeyên dabeş kirina Iraqê pênase kir.
Herwaha got, wezareta çavkaniyên avê beşeke giringe li rêgezên stratejik a asayîşê û daxwaz kir bo rêgirtina çolbûna bi qesdî ya ji ber projeyên cuda cuda û herwaha ji ber gendeliyên îdarî, pêwîste payeya wezareta çavkaniyên avê ji kesekî xelkê bajarê Besrayê re bê dayîn. Yan jî kesê ku ji Mîsan û Nasiriyê re bê dayîn. Li gor gotinên Samerayî ew navçeyane ziyanê herî mezin ji ber kêmbûna avê dîtine.
Wefîq Samerayî ku dostê gruba xiyaneta 16ê cotmehê ye û berdewam wek tîma pehlewanên Talabanî wan pênase dike û dibêje: ‘’Gelek metirsîdare ku wezîrekî PDKê wî erkî bigre. Ji ber dê bikeve bin bandora wan kesên ku nehiştin kar li ser bendavên Bêxme û Mekhûl destpê bike.’’
Wefîq Samerayî behsa her du bendavên Bêxme û Mekhûl û girêdana wan a bi projeyên dabeş kirina Iraqê bibîrtîne, ku rejîma Iraqê ew her du bendav bi armanca jinavbirina tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê û cuda kirina çend navçeyekî Kurdistanê ji hevdu ew proje danîbûn.
Basnews
