• Monday, 16 February 2026
logo

"Rewşa Rojavayê Kurdistanê nearam e"

Gulan Media October 9, 2018 Nûçe
Hevserokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Kantona Cezîrê ya Rojavayê Kurdistanê Ebdilkerîm Umer ragihand, rewşa Rojavayê Kurdistanê nearam e û ger tevliheviyek çêbibe, wê zindaniyên biyanî yên DAIŞê ji zindanên wan birevin.

Ebdilkerîm Umer diyar kir, ku hejmara çekdarên DAIŞê û malbatên wan yên biyanî di zindanên rêveberiya xweser de, nêzîkî 1900 kesan e, derdora 500 kesî ji wan jin in û hezar jî zarok in û zindaniyana ji 44 welatan in.

Umer daxwaz ji welatên wan çekdaran kir, ku bi zûtirîn dem wan veguhêzin cem xwe û got: Rewşa navçeya me aloz e û dibe ku ew çekdarana birevin û metirsiyê li ser navçeyê û civaka navdewletî çêkin.

Navhatî tekez kir, ku ewê riyên dîplomatîk bikar bînin ji bo radestkirina wan çekdaran ji welatên wan re û eger bizavên wan biser neketin ewê hin riyên din hilbijêrin.

K24
Top