• Monday, 16 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel nûnerê NYê yê Iraqê civiya!

Gulan Media October 9, 2018 Nûçe
Serok Barzanî li gel nûnerê NYê yê Iraqê civiya!
Serok Barzanî li gel nûnerê Netewên Yekgirî li Iraqê Jan Kubis civiya.

Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî derbarê hevdîtinê de daxuyaniya hatiye dayîn waha ye:

Roja sêşem 09.10.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Jan Kubis Nûnerê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de Nûnerê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Iraqê pîrozbahiya serkeftina proseya hilbijartina Parlemena Kurdistanê û serkeftina Lîsta Partiya Demokrata Kurdistanê li Serok Barzanî kir û hêviya wê yekê xwest ku bi zûtirîn dem Komîsyon encamên dawî rabigihîne û Parlemena nû jî dest bi karên xwe bike.

Li beşekî dinê vê civînê de rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û hevkêşeyên nav proseya siyasiya Iraqê û pêşhatên dawî guftûgo kirin.

Basnews
Top