• Monday, 16 February 2026
logo

Ciwanê ku Nadya Murad ji DAIŞê rizgar kir rexna li wê dike!

Gulan Media October 8, 2018 Nûçe
Ciwanê ku Nadya Murad ji DAIŞê rizgar kir rexna li wê dike!
Ew ciwanê Iraqî yê Nadya Murad ji dest DAIŞê rizgar kir, rê jê re nayê dayîn ku vegere Iraqê û aşkera kir, hejmarek wan kesên ku jinên êzdî rizgar kirine, bi awayek gumanî danûstandin li gel wan tê kirin.

Hemwelatiyê Iraqî yê bi navê Omer Ebdulcebar ku li bajarê Mûsilê Nadya Murad ji dest çekdarên DAIŞê rizgar kir, daxuyaniyek da rojnameya Qudis a Erebî û got: ‘’Ji aliyê hikûmeta Iraqê ve zulmeke mezin l imin tê kirin. Ez ne li bendê bûm bi vî awayî bersiva qenciya me bê dayîn. Piştî ku min jiyana xwe xist metirsiyê û min karî Nadya Murad ji navçeyên bin desthilata DAIŞê rizgar bikim, naha vegera min a bo welatê xwe li min hatiye qedexe kirin.’’

Herwaha got, dema ku li Mûsilê bûm, Nadya Murad xwe avête mala me û ji min re got; min rizgar bikin. Me jî wisa kir û me ew kir endameka malbata xwe.’’

Herwaha got: ‘’Ew navçeyên ku em tê de bûn, hejmareke mezin a DAIŞê hebû. Ji ber wê min Nadya bir bo mala xwîşka xwe û ji wê derê ve jî me bir bo Kerkûkê û me ew rizgar kir. Lê xwîşka min a ew rizgar kirî, di encama bombebaran û proseya leşkerî de ew û zarokên xwe hatin kuştin.’’

Herwaha rexne li Nadya Murad kirin, ku piştî ew rizgar kirine bi ti awayekî li wî nepirsîne û got: ‘’Pêwîstbû ew qencî jibîr nekiriba, ku me ew ji dest DAIŞê rizgar kir.’’

Omer Ebdulcebar got: ‘’Tişta ez pir pê diêşim û nîgeranim, hikûmeta Iraqê heta naha pasaporta min nedaye min. Her demekî ku ez diçim balyozxaneya Iraqê ya li Berlînê daxwaza min tê red kirin û çûna min a bo Iraqê hatiye qedexe kirin û bê ku ti sedemek jî bê diyar kirin.’’

Basnews
Top