• Monday, 16 February 2026
logo

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mangirtinê dest pê kir

Gulan Media October 8, 2018 Nûçe
Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mangirtinê dest pê kir
li hejmarek bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê û ji ber giraniya nirxan û xirapiya rewşa xizmetguzariyê, xelkê dest bi mangirtê kir û dikan û bazar girtin.

Îro danê sibê, li hejmarek berçav ji bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê dikan û bazar hatin girtin.

Jêderekî taybet ji bajarê Sinê ji K24ê re ragihand, piraniya dikan û bazarên li Sine, Seqiz û Banê hatine girtin û xelkê ji ber cîgirnebûna nixrên barzarê û xirapiya xizmetguzariyan biryara mangirtinê dane.

Wî jêderî amaje bi wê jî kir, li hejmarek bajarên din ên Îranê jî amadekariyên mangirtinê û girtina dikan û bazaran tên kirin.

Nerazîbûna xelkê Rojhilatê Kurdisatanê û Îranê piştî wê yekê tê, bi sedema sepandina sizayên Amerîka li ser Îranê, rewşa aborî ya wî welatî xirap bûye û asta pêkarî û hejariyê bilind bûye.

K24
Top