• Monday, 23 February 2026
logo

Parlementera Kurd a Swêdê: Hêvî dikim Swêd xwe nede destê Tirkiyê

Parlementera Kurd a Swêdê: Hêvî dikim Swêd xwe nede destê Tirkiyê

Parlamentera Swêdê ya Kurd, Amîne Kakebawe ragihand ku ew hêvî dike ku Swêd xwe nede destê Tikriyê, pişta Kurdan Rojavayê Kurdistanê bernede. Hikûmeta Swêdê jî, ji aliyekî dixwaze bibe endam di NATOyê, ji aliyekî din jî naxwaze dilê gotina Amîne Kakebawe li erdê bide ji ber ku wê jina Kurd a Rojhilatê Kurdistanê hikûmeta wî welatî ji hilweşanê rizgar kir.

Îro, Çarşemê proje budceya Buharê li Parlimana Swêdê dikeve dengdanê, careke din pêwîstiya hikûmeta kemîne ya Swêdê bi dengê Amîne Kakebawe heye.

Tirkiye dibêje ku ew rê nade Swêd bibe endama NATOyê heta ku piştgiriya xwe bo PKKê ranewestîne, Amêne Kakebawe jî ji diyartirên wan kesan e ku Tirkiye dibêje, PKKyî ye.

Amîne Kakebawe, ew jina parlementera Kurd a parlementoya Swêdê ku, berî kêmtir ji du heftiyan bi dengê xwe, hikûmeta Swêdê ji standina baweriyê rizgar kir. Niha daxwaz dike, Partiya Sosyal Demokrat a Magdalena Andersson a serokwezîr, soza xwe bibe serî ku, alîkariya Kurdên Rojavayê Kurdistanê bike û xwe nede dest Tirkiyê.

Endam Parlementoya Swêdê Amîne Kakebawe got: “Hêvîdar im vî karî neke. Ji ber ku hikûmeta Tirkiyê û Erdogan gelekî baş dizanin ku ji aliyê Amerîka ve piştgiriya şervanên Kurd tê kirin. Eger ew terorsît bin, Amerîka ti carê piştgiriya wan nake. Lê pêwîstiya Erdogan bi Amerîka ye û pêwîstiya wî bi wê yekê ye ku Biden piştgiriya wî bike, ji ber kusala bê, hilbijartin li Tirkiyê heye û cemawerên wî gelekî kêm bûne, kêmtir ji 40%. Li Rojhilata Navîn jî herdem wiha ye, eger serkirdeyek li dijî rojava be, bala cemwer bi ser xwe de dikişîne.”

Hikûmeta Swêdê, darek di dest de ye, herdu serî agir in. Ji aliyekî ve dixwaze bibe endam di NATO de. Ji aliyekî din ve naxwaze dilê Amîne Kakebawe bişikîne, ku şikestin û serkeftina wê di diestê wê jina Kurd a Rojhilatê Kurdistanê de ye.

Îro careke din pêwîstiya hikûmeta kemîneyê ya Swêdê, bi dengê Amîne Kakebawe heye, dema hewl dide li parlementoy , projeya budceya Buharê derbas bike.

 Amîne Kakebawe dibêje: “Herem em li pişt hemû cîhanê ne, di dengbilindkirinê de, ji ber ku Amerîka û Jens Stoltenberg û NATO naxwazin Swêd tiştkî bibêje ku bibe berbest li ber endambûna wê di NATO de. Lewma dibe ku cîhan me wiha bibîne ku em hatine serkutkirin, bêdeng û bê wijdan in.”

Li ser Amîne Kakebawe, Swêd rûbirûyî rexneya tund a serokomarê Tirkiyê bûye.

Erdogan di daxuyaniyekê de dibêje: “Tew li nav parlementoya Swêdê jî terorîst hene”, ku Amîne dibêje ligel minniyyeta wî, lê ew jina parlementer eger ne ji ber Tirkiyê be jî, her li dijî endambûna Swêdê ye di NATO de, ji ber ku dibêje, NATO ji bo şer dirust bûye û Swêd jî welatekî aştiyê ye.

 

Rudaw

Top