• Monday, 16 February 2026
logo

Erdogan: Ezê bi xwe serperiştiya doseya Xaşuqçî bikim

Gulan Media October 7, 2018 Nûçe
Erdogan: Ezê bi xwe serperiştiya doseya Xaşuqçî bikim
Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan tekez kir, ku ewê bi xwe pêdaçûnê li ser pirsa nebedîbûna rojnamevanê navdar ê Siûdî Cemal Xaşuqçî bike û got: Encamên lêkolînan çi bin, emê ji bo hemû cîhanê eşker bikin.

Erdogan diyar kir, ku ewê lêkolînê li ser piroseyên derbasbûn û derketina ji nav kunsulxaneya Siûdî li bajarê Stenbolê bikin, da bizanin di roja nebedîbûna Xaşuqçî de, kî derbasî kunsulxaneyê bûye û kî derketiye.

Herwiha got: Hîn jî ez bi niyeteke baş pêşbîniyê di vê pirsê de dikim. Xwedê bê erê, ti rewşa nexwazyar rastî me nayê.

K24
Top