“Cemal Kaşikçî li Stenbolê hatiye kuştin”
Jêderekî ji polîsa Tirkiyê ji ajansa “Reurtes” re ragihand, zanyariyên destpêkê wiha derdixin, ku Cemal Kaşikçi li nava Konsolxaneya Siûdiyê de hatibe kuştin û piştre bo derveyî konsolxaneyê hatibe veguhastin.
Rojnamevan Cemal Kaşikçi nivîskarê Waşîngton Postê ye û gelek caran rexne li Hikûmeta Arabîstana Siûdî digire. Beriya 5 rojan ji ber karên xwe yên fermî serdana Konsolxaneya Siûdiyê ya li Stenbolê kiribû û piştre ti agahî ji wî nehatibû standin.
Ji aliyê xwe ve, Siûdiyê kuştina wî rojnamevanî red dike û dibêje, ew nûçe bê bingeh in û wê çend lêkolîner şandine Tirkiyê, ta sedema diyarnebûna wî bizanin.
Polîsa Tirkiyê aşkere kir, di heman roja Cemal Kaşikçî serdana Konsolxaneya Siûdiyê li Stenbol kiriye, 15 welatiyên Siûdî ku bi 2 firokeyan hatibûn Stenbolê wan jî serdana konsolxaneyê kiribûn û piştre rasterast vegeriyan Siûdiyê.
Cemal Kaşikçî sernivîserê rojnameya “al-watan” a Siûdiyê bû û şêwirmendê Balyozê Siûdiyê li Amerîka bû, lê piştî Mihemed Bin Selman bû Cihnişînê Siûdiyê, ew ji Siûdiyê derket.
Kaşikçî zêdetirî ji salekê li Amerîka mabû û demê gelek gotar di rojnameya “Washington Post” de nivîsî û rexne li siyasetên Siûdiyê yên derbarê Qeter, Kanada, şerê li Yemenê û astengkirina karên rojnamevan û çalakvanan de girt.
K24
