• Monday, 16 February 2026
logo

Serok Barzanî Brett McGurk behsa rewşa siyasiya Îraqê kirin

Gulan Media October 7, 2018 Nûçe
Serok Barzanî Brett McGurk behsa rewşa siyasiya Îraqê kirin
McGurk pîrozbayî li Serok Barzanî kir
Îro li Selahedînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya nûnerê taybetî yê Serokê Amerîkayê yê şerê dijî DIŞIê Brett McGurk û şanda pê re kir ku ji balyozê Amerîkayê yê li Îraqê û konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê pêk hatibû.

Di civînê de Brett McGurk jiber serkeftina lîsta Partiya Demokrata Kurdistanê ya di hilbijartina Parlementoya Kurdistanê de pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kir û serkeftina han bi girîng wesif kir û tekez li ser rol û pêgeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Herêma Kurdistan û Iraq û navçeyê kir.

Di beşeke din ya civîna han de Serok Barzanî û McGurk behsa rewşa siyasiya Îraqê û hewldanên heyî yên bo damezrandina hikûmeta nû ya Îraqê û çend mijarên din kirin.

Top