McGurk: Rola PDKê gelek girîng û bi bandore
Di civînê de Brett McGurk behsa serkeftina lîsteya PDKê di hilbijartinên parlementoya Kurdistanê de kir û anî ziman ku rola PDKê bo ava kirina hikûmeta nû ya Kurdistanê roleke serekî û girînge.
McGurk herwiha hêvî xwest ku PDKê bi heman rol û bi pêgeha xwe ya bihêz beşdarî di prosesa ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê de bike.
Her di heman civînê de Fazil Mîranî jî eşkere kir ku bo me gelek girînge ku beriya beşdarî kirin di hikûmeta nû ya Îraqê de bo me mekanîzma parastina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê, bernameya hikûmeta nû ya Îraqê û girêdayî bûn bi sê mekanîzimên hevparî, hevsengî û tewafoqê were diyarkirin.
