• Monday, 16 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya Nadiya Murad dike

Gulan Media October 6, 2018 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya Nadiya Murad dike
Nadiya Murad xelata aştiya Nobla 2018 wergirt
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistan Roja Înê 5 Çiriya yekem ji bona be desta anîna xelata aştiya Noblê, pîrozbahî ji Nadiya Murad kir.

Tekesta Peyama Serokwezîr:

Ji bon bi dest anîna xelata aştiya Noblê, ji dil pîrozbahiyê ji Xatûn Nadiya Murad dikim. Her wek çawan em ji ber kar û çaêakî yên Nadiya Murad kêfxweş dibûn, wergirtina xelata aştiya Noblê, cihê şanazî û kêfxweşiyê me û hemû gelê Kurdistanê ye.

Em hêvîxwaz in ev xelat, ji ber azar û êşên ku bi ser Nadiya û malbata vê hatiye, dilê vê xweş bike û her wiha dilê xuşk û birayên Êzidî ku tûşê karesatê bûne, xweş bike. Ji ber ku ev xelat tenê ji bo kesekê nine, belkî ji bo berxwedan û qurbanîdana Êzidiyan û gelî Kurdistanê ye.

Xatûn Nadiya Murad sembola qurbanî yên Êzidiyan û berhingar bûna terorê û hilgirê peyam aştî û mirovatiyê di cîhanê daye. Ev her dem li kar û çalakî yê mirovî bi temamî piştîvanê me bûye û dibe.

Hêviya serketinê jê re dixwazim û dubare pîrozbahiyê jê re dikim.

Nêçîrvan Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

2018-10-05
Top