PDK bi asanî dikare sedî 50+1ê parlamentoya Kurdistanê bigre dest!
Berpirsê saziya helbijartina PDKê Xesro Gorran ji BasNewsê re ragehand: ‘’Komîsyona bilind a helbijartin û rapirsiyê sedî 85ê dengan aşkera kir û li gor wê jî PDKê 44 kursiyên parlamentoya Kurdistanê bidest xistiye.’’
Berpirsê saziya helbijartina PDKê got: ‘’PDK pişka şer li ber dikeve, ji ber wê jî pêkanîna hikûmetê di dest PDKê de ye.’’
Derbarê pirsa rêjeya sedî 15yê dengan ku heta naha nehatine aşkera kirin de jî, PDK çend kursiyên din li ber dikeve? Xesro Gorran got: ‘’Li gor amarên saziya helbijartina me PDK 45 kursiyên parlamentoyê bidest dixe, lê ew ne fermî ye û lê ya dimîne li gel komîsyonê ye ka em binêrin dê çawa ragehîne.’’
Xesro Gorran got: ‘’Çend kursiyên din hene ku alîgirên PDKê ne. Ji ber wê PDK û hevpeymanên wê nêzîk 56 kursî bidest xistine.’’
Basnews
