• Monday, 16 February 2026
logo

Serok Barzanî: Hêvî dikim cejna we bi xweşî be

Gulan Media October 6, 2018 Nûçe
Serok Barzanî: Hêvî dikim cejna we bi xweşî be
hêviya xweşî û aştiyê bo êzidiyan dixwaze
Bi minasebeta hatina cejna cema ya Êzidiyan, Serok Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî Êzidiyên Kurdistan û cîhanê kir ku ev jî tekesta vê ye;

Bi navê xwedê mezin

Bi minasebeta hatina cejna cemayê ya xuşik û birayên Êzidî gerimtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Êzidiyên Kurdistan û cîhanê dikim, hêvî dikim cejna han bibe sedema xweşî û aramiyê bo xuşik û birayên êzidî û bikaribin her sal cejnên xwe bi xweşî û di nava aştî û bextewerî de derbas bikin.

Her bi minasebeta cejna cemayê lazime behsa vê yekê jî bikim ku pêwîste em hemû bi hevre kar bo bihêztir kirina çanda bihevre jiyanê di navbera pêkhateyên olî û etnîkî yên Kurdistanê de bikin.

Mesûd Barzanî

05.10.2018
Top