• Monday, 16 February 2026
logo

Civata wezîran cejna Cemayê li êzidiyan pîroz dike

Gulan Media October 6, 2018 Nûçe
Civata wezîran cejna Cemayê li êzidiyan pîroz dike
Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê di peyamekê de cejna Cemayê ya êzidiyan pîroz dike û ev li jêr teksta peyamê:

Em Cejna Cemayê li xûşk û birayên xwe yên êzidî yên li Kurdistanê, li derveyî welêt û yên li hemû cîhanê pîroz dikin. Em hêvîdar in ev cejn bi xweşî û aramî derbas bibe.

Ev cejin di demekê de tê ku hêşta bi dehan hezaran ji xûşk û birayên me yên êzidî di kampên koçberiyê de dijîn û li benda wê rojê ne ku ji bo ser mal û milkê xwe vegerin, herwesa, hêşta bi hezaran jî windane û çarenivîsê wan nediyar e.

Bi vê minasibetê, em hemû qurbaniyên êzidiyan bibîrtînin û em hêvîdar in ku heta cejin û minasibetên bên hemû bi azadî û serferazî ji bo ser mal û warên xwe vegeriya bin û deverên wan hatibine avadankirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemnû îmkanên xwe dê li ser alîkarîkirina êzidiyan û vegerandina wan ji bo ser war û cîyên wan berdewam be.

Careke din cejna Cemayê li tevan pîroz be.



Civata Wezîrên Herêma Kurdistanî
05.10.2018
Top