PDK: Me serkevtineke mezin bidestxist
Komîsyona Hilbijartinan duh Pêncşemî 5ê Cotmeha 2018an encamên 85% ên hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê aşkere kir û têde got, ku PDKê 595 hezar û 592 deng bi dest xistiye. Piştî ragihandina encamên destpêkê, Polîtburoya PDKê peyameke serkevtinê belav kir.
Polîtburoya PDKê di peyama xwe de ragihand: “Weke çawa me pêşbînî û texmîn dikir, vê carê jî rêbaza PDKê û Baraznî biser ket û her wek pêşeng ji Kurdistanê re ma. Xewna neyarên kevin û nû bicîh nehat. Di van hilbijartinan de bangeşe û propagendeya derew nikarîbû xelkê Kurdistanê yên hişyar bixapîne.”
Polîtboruya PDKê amaje bi wê yekê dike, ku “ew serkevtina di hilbijartinan de, bi dilsoziya niştimanperwerên weke pêşmerge û xexwarên serkevtina heq û rastiyê pêk hat, bi hewlên nerawestiyayî yên PDKyiyên dilsoz û cemawerê vefadar pêk hatiye.”
PDKê da xuyakirin: “Ev serkevtina mezin a partiya me ku bi şêweyeke aram û azad, bi hewl û îradeya xelkê pêk hat, serkevtina tevahiya gelê Kurdistanê û serkevtina wan kesan e ku çavê wan li Kurdistaneke bihêz û avedan û xweş e. Lewma em pîrozbahiyeke gerim pêşkêşî xelkê Kurdistanê bi giştî û alîgirên PDKê bi taybetî dikin. Em bi hêvî ne ku ev serkevtina PDKê dê wek hercar bikeve xêr û berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê de û dê dawiya tevliheviya siyasî were û dê parlamentoyeke çalak û hikûmeteke bihêz pêk were ku karibin xizmeta xelkê Kurdistanê bikin û çaksazî û guhertinan pêk bînin.”
Polîtburoya PDKê ji xelkê hişyar ên Kurdistanê û ji alîgirên xwe re got: “Em careke din sozê didin we ku emê her di asta baweriya dengê we de bin û emê li gorî hêviyên we bin. Emê her xemxwarê serbilindî û kerameta mirovê Kurd û Kurdistanê bin. Emê hemû hewlên xwe bidin ji bo avakirina Kurdistaneke bihêz û avedan û xweşguzeran.”
Rudaw
