• Monday, 16 February 2026
logo

Selahedîn Demîrtaş: Ez daxwaza berdana xwe nakim

Gulan Media October 5, 2018 Nûçe
Selahedîn Demîrtaş: Ez daxwaza berdana xwe nakim
Doza Hevserokê HDPê yê berê Selahedîn Demîrtaş bo 12ê Berfanbarê hat paşxistin.

Dadgehkirina Hevserokê HDPê yê berê Selahedîn Demîrtaş ku niha li bajarê Edîrne yê Tirkiyê girtî ye, îro li 19. Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê berdewam kir.

Selahedîn Demîrtaş ku bi tometa avakirin û rêvebirina rêxisinê tê tometbarkirin vê carê jî nehat berdan û dadgeha wî bo 12ê Berfanbarê hat taloqkirin.

Selahedîn Demîrtaş ku bo wî daxwaza 142 sal cezayê îndanê tê kirin, di parastina xwe ya di dadgehê de got ku ew biryara dadgehê dizane û ji ber wê yekê daxwaza berdana xwe nake.

Basnews
Top