Serok Barzanî: Adil Ebdilmehdî berjewendiyên Iraq û Kurdistanê li ber çav digire
Duh Pênçşem 04.10.2018 Serok Mesûd Barzanî bi rêya telefonê pêwendiyê bi Adil Ebdilmehdî kandîdê ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqa Federal hatine raspardin, kir.
Di vê pêwendiyê de, Serok Barzanî, Adil Abdulmehdî wekî xebatkarekî kevin û dostê gelê Kurdistanê binav kir û piştrastiya xwe jî derbirî ku Adil Ebdilmehdî herdem berjewendiya Iraq û Kurdistanê li ber çav digire.
Herwiha Serok Barzanî tevahiya piştevaniya xwe jî ji bo hewlên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqa Federal ragihand û hêviya serkeftinê ji bo wî xwast.
Roja 2ê Mijdarê, Parlemantoya Iraqê Adil Ebdilmehdî bi pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê spartibû. Li gor destûra Iraqê, divê Adil Ebdilmehdî di heyama 30 rojî de hikûmeta xwe pêk bîne û ji aliyê parlemantoyê ve bê pesendkirin.
