• Monday, 16 February 2026
logo

Gorran: Berhem Salih ne serokomarê me ye!

Gulan Media October 4, 2018 Nûçe
Gorran: Berhem Salih ne serokomarê me ye!
Endamekî civata niştimanî ya Gorranê ragihand, ew Berhem Salih wek serokomarê xwe nabînin!

Endamê civata niştimanî ya Gorranê Hêmin Şêxanî ji BasNewsê re behsa helwesta Gorranê li ser serokomarê nû yê Iraqê Berhem Salih kir û got, em Berhem Salih wek serokomarê xwe nabînin. Emê giraniya xwe bidin sextekariyên ku YNKê di hilbijartinan de kiriye.

Hêmin Şêxanî her wiha got, di hilbijartinan de dengên me bi sextekariyê hatine dizîn. Divê ev were sererastkirin, eger wisa nebe emê helwestek tûj nîşan bidin.

Di hilbijartinên vê carê yên Kurdistanê de dengên Gorranê gelekî kêm bûne. Hejmara kursiyên wê ji 25 daketine 13! Gorran dibêje, dengên me hatine dizîn.

Basnews
Top