Amerîka û Brîtanya pîrozbayî li Berhem Salih kirin
Amerîka li ser çendîn astên ciyawaz pêşwazî li hilbijartina Berhem Salih weke serokomarê nû yê Iraqê kir.
Nûnerê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî de Brett McGurk û Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Dogluas Silliman bi du peyamên cuda li ser twîterê pîrozbahiyên xwe pêşkêşî Berhem Salih kirin.
Brett McGurk di peyama xwe de ragihandiye: “Ji dil ve pîrozbayî li Dr. Berhem Salih dikin ku kêmek berî niha weke sêyemîn serokomarê Iraqê sonda yasayî xwar.”
Herwiha Balyozê Brîtanya yê li Iraqê John Wilkes jî di peyamekê de pêşwazî li hilbijartinan Berhem Salih weke serokomarê nû yê Iraqê kir.
John Wilkes jî dibêje: “Pîroz e li Dr. Berhem Salih bi boneya hilbijartina wî weke serok, di wê erkê de em hêviya serkevtinê ji wî re dixwazin.”
Li aliyekê din Serokwezîrê Karbirêker ê Iraqê Heyder Ebadî jî pêşwazî li hilbijartina berbijêrê YNKê Berhem Salih kir.
Duh Sêşemiyê bi şev parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokomarê nû civiya. Di civînê de ku 302 parlamenter têde amade bûn, piştî ku berbijêrê PDKê Dr. Fuad Husên ji rikeberiyê vekişiya, Berhem Salih weke serokomar hat diyarkirin.
Rudaw
