• Monday, 23 February 2026
logo

Wezareta Rewşenbîriyê li hember rêzefîlma ATV ya Tirkiyê bi daxuyaniyekî nerazîbûn nîşan da

Wezareta Rewşenbîriyê li hember rêzefîlma ATV ya Tirkiyê bi daxuyaniyekî nerazîbûn nîşan da

 Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan a hikûmeta Herêma Kurdistanê, li hember rêzefîlma ku di kanala televîzyona ATV ya Tirkiyê de sivikayê û heqaret li kurd û Herêma Kurdistanê kiribû bi daxuyaniyekî nerazîbûn nîşan da û ew reftar wek dijminane pênase kir.

Îro 08.06.2022yê Wezareta Rewşenbîrî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyekî ve nerazîbûn li hember wê rêzefîlma Tirkiyê ya sivikayî bi kurd û hêmayên netewî û niştimanî yên Kurdistanê kiribû nîşanda û ragehand: ‘’Yalniz Kurd ango Gurê Bitenê behsa dîroka Tirkiyê û şerê navbera Tirkiyê û PKKê dike. Herwaha behsa guhertinên li navçeyê û rola Amerîkayê dike. Di gelek beşên din de bi henaseyekî dijminane behsa kurd û Herêma Kurdistanê dike û hemû kartan têkel yek dike û heta digehe asta têkel kirina li gel DAIŞ a terorîst jî. Bo nimûne di beşa 19ê de ku roja 03.06.2022yê hat weşandin de, di dîmenekî de behsa dadgeh kirina tirkekî ku li dadgeha Herêma Kurdistanê tê darizandin dike û di dadgehê de Ala Kurdistanê û wêneyê Serok Mesûd Barzanî hatiye danîn, sivikatiyê bi xebat û hêmayên gelê kurd dike û hikûmeta Herêma Kurdistanê wek nerewa pênase dike û dibêje erdnîgariyek bi navê Kurdistanê tine. Mûsil û Kerkûk du bajarên Tirkmenan in û şeqama herî mezin a Hewlêrê jî navê wê Muzafereddîn Gokboru ye ango amaje dike ku Hewlêr jî bajarekî Tirkmenan e.

Di beşeke din a daxuyaniya Wezareta Rewşenbîrî de tê gotin: ‘’Herêma Kurdistanê pêkhateyekî destûrî ya Iraqê ye. Axa pêkvejiyana olî û netewî ye. Konsolxaneya giştî ya Tirkiyê li Herêma Kurdistanê heye, sedan hemwelatî û şîrketên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê kar dikin û berjewendiya hevbeş û cîranan kom dike li gel hemwelatiyên Kurdistanê û bi kurd û tirkmen, suryan û ereb û bi hemû ol û pêkhateyan ve kom dike.

Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje: ‘’Li gel me ew rêzefîlme sivikatiyyê bi hemû wan rastiyan dike û ziyanê digehînê û dûre ji nirxên hunerî ku di bingeh de jî huner peyama aştî û pêkvejiyanê ye. Qebûl kirina cudayiyan e, ne ku rêgezperestî û şovenîstî û tine kirina yê hember e.

Wezareta Rewşenbîrî  behsa rêzgirtin li cudayiyan û pêkvejiyanê dike û dibêje: Baweriya me ya bi temamî heye ku pêwîste em hemû rêzê li cudayiyan bigrin û wek du cîran bi biratî pêkve bijîn. Herwaha hêvîdarin hikûmeta Tirkiyê jî rê li wê helmeta berevajî kirinê bigre ku ji aliyê hin xelkên xwedî kîn di dil û nijadperest ve tê kirin û hewl didin pêwendiyên di navbera gelan de aloz bikin.

Wezareta Rewşenbîrî dibêje, em dizanin ew rêzefîlm û rêzefîlmên din ên wekî wê, ku berê jî berhem hatibûn û ji bo razî kirina çîneke fikirteng e û derveyî ziyan gehandina nirxên cîrantiya baş û berjewendiyên hevbeş û bingehên mirovî û navnetewî yên pêwendiyên di navbera gelan de ti tiştekî din nikarin bi berhem bînin.

Wezareta Rewşenbîrî dibêje: Em nerazîbûna xwe digehînin saziya ew rêzefîlm berhem aniye û ATV û temamê karmendên wê fîlmê, ji ber sivikatî û belav kirina towê şovenîzmê û kêm dîtina yê hemberê xwe şermezar dikin.

 

Basnews

Top