Erdogan: Eger HDP heman tiştî bike em dê dîsan qeyûman danin
Erdogan derdora 40 deqeyan ligel şandeke bajarê Agirî yê Bakurê Kurdistanê civiya ku ji serokeşîr û rîspiyan pêk dihat. Li gor medyaya Tirkiyê mijara serekî ya hevdîtinê hilbijartina şaredariyan bû.
Serokomarê Tirkiyê îdîa kir, ku bi danîna qeyûman xizmeteka baş gihandine herêmên kurdî yên Bakurê Kurdistanê ku wî weke Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Tirkiyê bi nav kir û got, ew serokşaredariyên ku di jêr kontrola “rêxistina terorê” de bin û “hevkariya terorê” dikin, naxwazin.
Erdogan got: “Çawan di hilbijartina Adarê de me li gelek cihan kir, em dîsan serokekî şaredariyê ku bizanibin pereyên dewlet û milet dişîne Qendîlê li ser kar nahêlin.”
Erdogan tekez kir, ku eger berbijêrên HDPê bên hilbijartin û heman karî dubare bikin, dê wan ji kar dûr bixin.
Rudaw
