Şam: Qonaxa dawî ya şerê Sûriyê kontrolkirina rojhilatê Firatê ye
Wezîrê Derve yê Sûriyê Welid el Muallim di hevpeyvîneke legel televîzyoneke Libnanî di debarê rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de axivî.
Welid el Muallim îdîa kir ku hemû Kurdên li rojhilatê Çemê Firatê piştevaniya Amerîka nakin û got, “Hin grûp û partiyên mezin yên Kurdî hene pêwendiya li gel Amerîka red dikin û dixwazin tevlî dewleta Sûriyê bibin.
Wezîrê Derve yê Sûriyê got ku Amerîka nikare heya dawî piştevaniya xwesteka cudabûnê li cem hin grûpên Kurdî bike yan jî rewşeke nû li ser axa Sûriyê bisepîne û wiha pê de çû: “Kurd beşek ji Sûriyê ne û vegera wan ji bo himêza dewleta Sûriyê karekî bingehîne û divê ew jî mifayê ji ezmûnên xwe yên berê bikin.”
Basnews
