• Monday, 23 February 2026
logo

Neteweyên Yekbûyî daxwaza guhertina nivîsandina Tirkiyê qebûl kir

Neteweyên Yekbûyî daxwaza guhertina nivîsandina Tirkiyê qebûl kir

Daxwaza Tirkiyê ya ji bo guhertina rastnivîsa navê xwe ya bi zimanên biyanî ji ‘Turkey’ bo ‘Türkiye’ ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hat qebûlkirin.

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephen Dujarric got, "Nameya Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ya li ser guhertina rastnivîsa navê Tirkiyê ya di zimanên biyanî de ji ‘Turkey’ bo ‘Türkiye’ gihîştiye ber destê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres."

Dujarric her wiha diyar kir ku ev guhertin ji dema name hatiye wergirtin ve hatiye pêkanîn.

Roja 31ê Gulana 2022an, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê wêneyekî xwe bi nameyê re belav kir û anî ziman, "Qonaxa ku me di bin serokatiya Serokomar Recep Tayîp Erdogan de ji bo bilindkirina nirxa markaya welatê me dabû destpêkirin bi dawî hat. Îro bi vê nameya ku min ji Sekreterê Giştî yê NYyê re şandiye em navê welatê xwe bi zimanên biyanî li Neteweyên Yekbûyî wek ‘Türkiye’ tomar dikin.”

Rayedarên Tirkiyê gelek caran dilgiraniya xwe li ser awayê nivîsandina navê welatê xwe wek ‘Turkey’ anine ziman ku bi Îngilîzî tê wateya “elok”.

 

Rudaw

Top