• Monday, 16 February 2026
logo

Serok Barzanî: Em vê rêbazê bi ti awayî qebûl nakin

Gulan Media October 2, 2018 Nûçe
Serok Barzanî: Em vê rêbazê bi ti awayî qebûl nakin
dibêje di demeke nêz de helwesta xwe diyar dikin
Serok Barzanî derbarê hilbijartina Serokkomarê Îraqê de peyamek weşand.

Îro parlementoya Îraqê bo hilbijartina Serokkomarê Îraqê civiya lê Serok Barzanî jî derbarê vê civînê û çawetiya hilbijartina Serokkomarê Îraqê de peyamek weşand ku ev jî tekesta vê ye;

Bi navê xwedê

Birêveçûna hilbijartinên niha yên Serokkomariya Îraqê beruvajî tore û rêçêkên berê yên hilbijartina Serokkomarê Îraqê di demên derbasbûyî de ye. Ya lazim bû berbijêrê Kurd di nava mezintirîn firakisyona Kurdî de hatiba diyar kirin anjî lazim bû firakisyonên Kurdî ev yek di navbera xwe de yek alî kiribana.

Ev rêbaza ku niha hatiye bikaranîn bi ti awayî nayê qebûlkirin û di demeke nêz de emê helwesta xwe diyar bikin.

2.10.2018

Mesûd Barzanî

Top