• Monday, 16 February 2026
logo

hejmara kursiyên misogerkirî yên aliyan tên belav kirin

Gulan Media October 2, 2018 Nûçe
hejmara kursiyên misogerkirî yên aliyan tên belav kirin
Li gorî amarên nefermî yên hilbijartinên Perlemana Kurdistanê, ku bidest K24ê ketine, hejmarên kursiyên misogerkirî yên aliyan bi vî awayî ne.

Partiya Demokrat a Kurdistanê, 625 hezar û 378 deng aniye û heya niha 44 kursî misoger kiriye.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê 311 hezar û 612 deng aniye û heya niha nêzîkî 21 kursiyan misoger kiriye, lê wekî ku hin jêder didin xuyakirin, ku hin sindoq li Silêmaniyê bi rengê Sor hatine morkirin, dibe ku dengên YNK kêm bibin.

Tevgera Goran 188 hezar û 195 deng aniye û heya niha 13 kursî misoger kiriye.

Tevgera Nifşê Nû (Şasiwar Ebdilwahid) 120 hezar û 324 deng aniye û heya niha 8 kursî misoger kiriye.

Komela Islamî ya Kurdistanê 102 hezar û 478 deng aniye û 7 kursî misoger kiriye.

Lîsta Ber bi Islahê ve (Yekgirtû û Tevgera Islamî) 74 hezar û 660 deng aniye û 5 kursî misoger kiriye.

Lîsta Serdem (Mihemedê Hecî Mehmûd) 15 hezar û 463 deng aniye û kursiyek misoger kiriye.

K24
Top