Şandeyekî hikûmetê bi serokatiya Rêber Ehmed çû Parlamentoya Kurdistanê
Şandeyekî hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya wezîrê navxwe ve çû Parlamentoya Kurdistanê û gotûbêj derbarê nûjen kirina yasaya tekoşîna li hember tundiya malbatî dê bikin.
Peyamnêrê BasNewsê ragehand, îro 06.06.2022yê şandeyekî hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya wezîrê navxwe Rêber Ehmed û bi endamtiya hejmarek aliyên pêwendîdar û encûmena dadwerî ve geheşt Parlamentoya Kurdistanê û li gel lijneya parastina mafên jinan dê bicivin.
Biryare lijne bi armanca gotûbêj kirina li ser nivîsandina raporta yekem a nûjen kirina yasaya tekoşîna hember tundiya malbatî bicive û amadekarî tê kirin bo nûjen kirina yasayê. Herwaha biryare piştî amade kirina raportê xwandina yekem û duyem li parlamentoyê ji bo wê yasaya nûjenkirî bê kirin û bi hemangî hikûmetê û parlamentoyê ve ew yasa bê nûjen kirin.
Peyamnêrê BasNewsê ragehand, pêşneyara nûjen kirina yasayê amade ye û ji 8 madeyan pêkhatiye, gelek guhertin di yasayê de dê bên kirin ku demek zêde ye bi rêya rêxistinan û hikûmet û parlamentoyê ve kar li ser nûjen kirina wê yasayê tê kirin.
Basnews
