Çekdarên PKKê li Şingalê pêşmergeyekî Kurdistanê revandin
Çekdarên PKKê li Şingalê pêşmergeyek revandin. Malbata wî hişyarî dane PKKê eger zû bernedin dê tola xwe vekin.
Çekdarên PKKê duhî li Şingalê ketin mala pêşmergeyekî û revandin.
Pismamekî wî bi navê Xelef Dezîn ji BasNewsê re got, çekdarên PKKê duh bi şev ketin mala pêşmerge û pismamê min Xalid Reşo Berekat û ew revandin.
Xelef Dexîl her wiha got, çekdarên PKKê destpêkê xwastibûn wî bikujin lê piştî ku zanîbûn jin û zarokên wî jî li mal in, nekarîbûn bikujin. Hevjîna wî zû em agahdar kirin, me jî mohlet daye PKKê eger di demek kurt de wî pêşmergeyê bernedin emê rûbirûyê wan bibin û tola xwe vekin.
Pismamê wî pêşmerge got, Xalid Reşo ti sûcek nekiriye û li nav mal û zarokên xwe de bû. Gotine qaşo dê lêpirsînê pê re bikin û berdin.
Li gorî agahiyên BasNewsê, ew pêşmergeyê ku hatiye revandin, 57 salî û xelkê nahiya Gir Izêr ya Şingalê ye û nêzîkî du salan e ji kampa koçberan vegeriyaye Şingalê.
Fermandeyê Pêşmerge li Şingalê, Mam Qewal jî ji BasNewsê re got, bi qasî ku me bihîstiye PKKê bi behaneya ku ew pêşmerge endamê PDKê ye, revandine. Em nizanin birine kuderê lê hêviya me ew e zû berdin.
Basnews
