“Mezintirîn” firaksyona parlamentoya Iraqê piştevaniya Fuad Husên dike
Serkirdeyê Dewleta Qanûn Seid El Metlebî ji BasNewsê re got, tifaqa Bîna piştevaniya Fuad Husên dike bo serokomariya Iraqê.
Seid El Metlebî her wiha got, tifaqa Bîna mezintirîn firaksyona parlamentoya Iraqê yê. Endamên firaksyonê dê deng bidin Fuad Husên ji ber ku Nûrî Malikî û Hadî Amirî piştevaniya kandîdê PDKê dikin.
Tê pêşbînîkirin ku parlamentoya Iraqê îro serokomarê nû yê Iraqê hilbijêre. Posta serokomariya Iraqê pişka kurdan e lê heta niha kurdan nekarîne bi yek kandîdê derkevin pêşberî endamên parlamentoyê. Hevrikiya herî bihêz di navbera kandîdên PDK û YNKê de ye.
Lê tê gotin ku şansê kandîdê PDKê Fuad Husên ji yê YNKê Berhem Salih zêdetir e.
Basnews
