Li Ormiyê 5 girtiyên kurd hatin darvekirin
Dezgeha mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, îro danê sibê li girtîgeha bajarê Ormiyê 5 girtiyên kurd hatin darvekirin.
Li gorî agahiyan, yek ji wan girtiyên ku hatine darvekirin, jin bûye û sûcê hemiyan jî kuştina bi enqest bûye.
Heta niha navê 4 ji wan girtiyan hatiye eşkerekirin:
Zeyneb Sakanvend
Cengîz Îranî
Mûsa Hacîlû
Selman Xanelîlû
Tê gotin ku Zeyneb Sakanvend, ji ber kuştina hevjînê xwe hatibû girtin. Roja ku hatibû girtin jî 17 salî bû, di dema ku hat darvekirin jî 24 salî bû.
Basnews
