• Monday, 16 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî û Adil Ebdulmehdî bo gotûbêjkirina posta serokomariyê civiyan

Gulan Media October 2, 2018 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî û Adil Ebdulmehdî bo gotûbêjkirina posta serokomariyê civiyan
Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê ji bo gotûbêjkirina mijara posta serokomariya Iraqê li gel serkirdeyê payebilind ê şîe, Adil Ebdulmehdî civiya.



Îro Sêşembî 2ê Cotmeha 2018 di çarçoveya hewlên bo diyarkirina serokomarê nû yê Iraqê de, Nêçîrvan Barzanî û Adil Ebdulmehdî li bajarê Bexdayê civiyan.



Nêçîrvan Barzanî û Adil Ebdulmehdî di vê hevdîtîna îro de derbarê posta serokomarê Iraqê û geşedanên siyasî de gotûbêj kirin.



Peyamnêrê Rûdawê li Bexdayê, Senger Ebdulrehman ragihand, heta niha nexuya ye ku gelo têkildarî mijara posta serokomariya Iraqê civîneke hevbeş a di asteke bilind de di navbera Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê de dê were kirin an na, lê tevî wê yekê jî hewlên herdu aliyan bi awayekê cuda berdewam e, ji bo ku piştevaniya aliyên siyasî yên Iraqê bo berbijêrên xwe yên bo posta serokomariyê bi dest bixin.



Biryar bû duh şeva Duşembiyê 1ê Cotmehê parlamentoya Iraqê bihê encamdan, lê belê ji ber ku rêjeya yasayî ya parlamenterên beşdar pêk nehat, civîn bo îro Sêşembiyê hate paşxistin.



Parlamentoya Iraqê biryar e îro saet 13:00ê nîvro bi dema Bexdayê bicive û mijara sereke ya civînê hilbijartina serokomarê nû yê Iraqê ye.



Tevî ku civîna parlamentoyê dê heta çend demjimêrên din bihê encamdan, lê belê heta niha jî PDK û YNK li ser berbijêrekî hevbeş li hev kirine.

Rudaw
Top