• Monday, 16 February 2026
logo

Şanda PDKê li gel Emar Hekîm civiya

Gulan Media October 2, 2018 Nûçe
Şanda PDKê li gel Emar Hekîm civiya
behsa mijara Serokkomariya Îraqê kirin
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê de, êwara îro şanda PDKê bi Serokatiya Cîgirê Serokê PDKê, Nêçîrvan Barzanî li gel Serokê tevgera Hikme Emar Hekîm civiya.

Di civînê de her du alî behsa rewşa Îraqê, hewldanên heyî yên bo ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê û herwiha hilbijartina Serokkomarê Îraqê kirin.

Biryara şanda PDKê li gel hijmareke din part û aliyên siyasî yên Îraqê bicive.

Top