• Monday, 23 February 2026
logo

Li sînorê taxekî Kerkûkê erebên hawirde bi sedan xaniyên zêdegavî çêkirine

Li sînorê taxekî Kerkûkê erebên hawirde bi sedan xaniyên zêdegavî çêkirine

Li sînorê taxa Irube ya bajarê Kerkûkê, erebên hawirde bi sedan xanî li ser erdên hikûmetê ava kirine.

Li gor zanyariyên BasNewsê proseya ava kirina xaniyan li ser zeviyên hikûmetê yên li sînorê wê taxê hîn berdewame û di wan çar salên borî de tenê li sînorê vê taxê bi sedan xanî hatine çêkirin.

Herwaha hat zanîn ku ew erebên li wan cîhên niştecîhê bûn karta zanyariyê jî bo wan hatiye çêkirin û malbatên wisa nav wan de hene ku 10 zarokên wan hene.

Çavdêrên rewşa Kerkûkê jî vê pêngava ereb kirinê di saya îdareya sepandî ya Kerkûkê de wek metirsî pênase dikin û bi taybet ji bo paşeroja bajar jî ev yek gelek metirsîdare û rêjeya ereb a li bajar gelek jî zêde bûye.

 

Basnews

Top