• Monday, 23 February 2026
logo

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê û Tûnisê protokolekî karê hevbeş îmza kirin

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê û Tûnisê protokolekî karê hevbeş îmza kirin

Kongreya Federasyona Rojnamevanan a Navnetewî (IFJ) pêkhat û li gel beşdarî kirina wê kongreyê herwaha di navbera şandeyên Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistan û Sendîkaya Rojnamevanên Tûnisê de li ser bingeheke hevbeş belgenameya li hevtêgeheştin û karê hevbeş jî hate îmza kirin.

Vê derbarê de Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê bi daxuyaniyekî ragehand: ‘’Rêkeftin û ew protokol li ser bingehê sê xalên serekî hatiye nivîsandin ku pêktên ji hemahengî, hewkariya hevbeş di dosyayên girêdayî bi rojnamevaniyêy û azadî û guhertinên şarazayî û piştgiya baştir kirina karê rojnamevaniyê û bingehê yasayên girêdayî bi pîşeya rojnamevanî û çavdêrî kirina selametiya pîşeyî ya rojnamevanan e.’’

Protokol ji aliyê Serokên Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistan û Tûnisê ve di salona kongreya federasyona rojnamevanên navnetewî ku li paytexta Umanê Mesqetê birêve diçe hate îmza kirin.

Sendîkaya rojnamevanên Kurdistanê û Sendîkaya Rojnamevanên Tûnisê endamên çalak ên IFJ ne.

 

Basnews

Top