• Monday, 16 February 2026
logo

Saîrûn: Pêkanîna hikûmetê yekalî bûye

Gulan Media September 30, 2018 Nûçe
Saîrûn: Pêkanîna hikûmetê yekalî bûye
Hevpeymaniya Saîrûn bi serokatiya Mûqteda Sedr rageand ku, aliyên siyasî di nav xwe de li ser pêkanîna hikûmetê rêkdikevin bêyî ku, mezintirîn kutleya parlamentoyê diyar bikin,tekez kir ku, hemû alî di hikûmetê de beşdar dibin û opozîsyon namîne.

Yek ji endamê hevpeymaniyê ragehand ku, herdu hevpeymaniyên Bina û Îslah di nav xwe de hikûmetê pêktînin û ti alî weke opozîsyon namîne.

Wî endamê hhevpeymaniya Saîrûn ku, nexwest nave wî were aşkere kirin got ku, Îsal û Bina di nav xwe de li ser her sê serokatiyan lihev kirine karê diyarkirina serokwezîran jî asan bûye.Aşkere kir ku, pirsa pêkanîna hikûmetê yekalî bûye û li çend rojên bê de hikûmetê radgehînin.

Ji aliyê xwe hevpeymaniya Nesir derbarê kandîdkirina Adil Ebdulmehdî bo posta serokê hikûmetê di daxuyaniyekê de ragehand ku, li gor destûrê pêkanîna hikûmetê dive ji aliyê mezintirîn kutleya parlamentoyê be.

Basnews
Top