• Monday, 16 February 2026
logo

Rêjeya dengên partiyan di 4 hilbijartinên derbasbûyî de

Gulan Media September 30, 2018 Nûçe
Rêjeya dengên partiyan di 4 hilbijartinên derbasbûyî de
Di 4 xulên derbasbûyî yên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) weke hêza yekem a Kurdistanê maye, lê deng û rêjeya beşdariya xelkê cuda bûye.



Di xula yekem de PDK û YNKê bi cuda tevlî hilbijartinan bûn û hêzên yekem û duyem ên hilbjartinan bûn, PDK di xula yekem de ji sedî 45.5 û YNK jî ji sedî 43.6ê dengan bidest xistibûn.



Partiyên Herêma Kurdistanê xwe ji bo gera pêncem a hilbijartinan amade kirin. Tevî ku di çar gerên derbasbûyî de beşdariya partiyan cuda bû, lê di wan her çar geran de PDK partiya yekem bû.



PDK di 19ê Adara 1992an de di gera yekem a hilbijartinan de, 437 Hezar û 889 deng bi dest xistine ku dike rêjeya ji sedî 45.5ê dengan, di rêza duyem de jî YNKê bi rêjeya kêmtir ku 423 hezar û 833 deng bi dest xistin û bû partiya duyem a hilbijartinan, rêjeya dengên YNKê di gera yekem a wê gerê de, ji sedî 36.6 bû, wan du partiyan bi seda 89.1 dengan bi dest xistibûn, lîsteyên Îslamî jî ji sedî 5.5ê dengan bi dest xistibûn. Di yekem hilbijartinan de 973hezar 953 kes deng nedan.



Gera Yekem



1992

PDK 437889 Deng %45.5

YNK 423833 Deng %43.6

PDK û YNK %89.1

Lîsteyên Îslamî: %5.5

Aliyên din: %5.8



Di gera duyem a hilbijartinan de PDKê û YNKê ku lîsta Niştîmaniya Kurdistanê avakiribûn, hevber digel gera yekem dengên wan 4 poyînt zêde bibûn, ku rêjeya ji sedî 89.55ê dengan bi destxistibûn û bibûne xwediyê 104 kursiyên parlamentoyê, piştî wan jî Komel bi bidestxistina ji sedî 4 poyînt heşt a dengan bû xwediyê 6 kursiyên Parlamentoya Kurdistanê.



Di hilbijartinên gera duyem de milyonek û 753 hezar û 919 kesan dengê xwe dabûn.



Gera Duyem



2005

Lîsteya Niştîmaniya Demokratiya Kurdistanê 1570663 deng, %89.55

Komela Îslamî 85237 deng, %4.86

Lîsteya Zehmekêşan 20585 Deng , %1.17



PDK û YNK di her du gerên yekem û duyem de piranî bûn. Di gera sêyem de jî bi heman awayî bû, lê beşeke dengên YNKê piştî cudabûna Newşîrwan Mistefa bûne beşa Tevgera Goran. Di wan hilbijartinan de Goranê ji sedî 23 dengan bi dest xistin ku piraniya wan dengên YNKê bûn. Ji 24 lîsteyên ku beşdarî hilbijartinên gera sêyem bûbûn, 11 lîsteyan karî rêjeya yasayî bi dest bixin û bikevin Parlamentoyê.



Encam bi vî awayî bûn, Lîsteya Kurdistanî milyonek û 76 hezar û 370 deng bi destxistibûn ku dike sedî 57.37 a dengan, û Tevgera Goran bû lîsteya duyem ku bi rêjeya sedî 23 dengan bi destxistibû. Herwiha lîsteya Xizmetguzarî û Çaksazî karî bi destxistina 240 hezar û842 dengan ku dike rêjeya sedî 12.84 dengan. Di vê gerê de PDK û YNK û çend aliyên din hikûmet ava kir.



Gera Sêyem



2009

Lîsteya Kurdistanî 176370 deng , %57.37

Tevgera Goran 445024 deng, %23.7

Lîsteya Xizmetguzarî û Çaksazî 240852 deng, %12.84



Di hilbijartinên dawî de ku di 21ê Îlona 2013an de birêveçûbûn, PDK û YNK bi lîsteyên cuda beşdar bûn û PDK bû yekemê hilbijartinan, di van hilbijartinan de PDKê 743 hezar û 984 deng bi dest xistibûn ku dike ji sedî 38 dengan, piştî wê jî Tevgera Goran ji sedî 24 dengan bi desxistibûn û bûye duyema hilbijartinan, YNKe jî li pileya sêyem hat ku ji sedî 18, hevdem Yekgirtû 10 kursî û Komelê jî 6 kursî bi dest anîbûn.



Gera Çarem



2013

PDK 743984 deng, 38 kursî

Goran 476736 deng, 24 kursî

YNK 350500 deng, 18 kursî

Yekgirtû 186751 deng, 10 kursî

Komel 118574 deng, 6 kursî



Hilbijartina gera pêncem sibe ye û tê payîn ku guhertin di dengên hin partiyan de bên kirin bi taybetî li sînorê Silêmaniyê ku du partiyên nû li wê derê dirûstbûne û hevrikiyê li ser bi destxistina dengên aliyên din dikin.

Rudaw
Top