Di dengdana taybet de lîsta PDKê yekem e
Li gor zanyariyên K24ê, li gor encamên ne fermî koma giştî ya dengdan taybet li Herêma Kurdistanê PDKê bi cudahiyeke mezin pileya yekem bidest aniye, ji koma 156 hezar û 339 deng de, lîsta PDKê 79 hezar û 764 deng bidest aniye.
Herwiha lîsta Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) nêzîkî 50 hezar deng bidest aniye. Lîsta Tevgera Goranê nêzîkî 10 hezar deng û aliyên din bi hev re nêzîkî 16 hezar deng bidest xistine.
Dengdana taybet a hilbijartinên parlemantoya Kurdistanê duhî 28 Îlonl birêve çû, hêza Pêşmerge û hêzên ewlehiyê dengên xwe dan. Biryar e jî sibe 30 Îlonê dengdana giştî li sernaserî Herêna Kurdistanê birêve biçe.
K24
