50 milyon hesabên Facebookê di bin xetereyê de ne
Facebook ragihand ku hacker ketine nav sîstema zanyariyên Facebookê.
Li gor daxuyaniya Facebookê, hackeran bi rêya koda Wiew As a Facebookê karîne têkevin nav beşên din.
Facebook li xwe mikur hat ku ji ber lawaziya wê sîstemê ye û ev jî ji ber wê yekê ku bikarhênerên Facebookê dikarin bêyî cardin nivîsandina paswordê têkevin hesabê xwe û ev yek bûye sedema wê yekê ku hacker bikarin têkevin sîstema Facebookê.
Ji bilî 50 milyon hesab, Facebook 40 milyon hesabên din jî weke dibe ku êriş hatiye kirin, bi nav kir. Bi vî awayî 90 milyon hesabên Facebookê divê cardin ji bo têketina hesabê xwe, pasword binivîsin.
Rudaw
