• Monday, 16 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî digel pêşmerge hêzên navxwe û Civata Asayîşê civiya

Gulan Media September 28, 2018 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî digel pêşmerge hêzên navxwe û Civata Asayîşê civiya
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 27.09.2018ê li bajarê Hewlêrê, digel pêşmerge, hêzên navxwe û Civata Asayîşa Herêma Kurdistanê civiya.

Serokwezîr peyvek pêşkeş kir û di peyva xwe de behsa rerwşa asayîşa Herêma Kurdistanê kir. Destxweşî li pêşmerge, hemû hêzên çekdar, hêzên navxwe û Encumena Asayîşê kir ku bi mêrxasî û biwêrane bergirî ji Kurdistanê kir û rê neda asayîşa Herêma Kurdistanê, çi li bereyên şer û çi jî parastina asayîşa navxwe ya Kurdistanê, aloz bibe. Hemû gelê Kurdistanê şanaziyê bi vê rola wan dike û bi qedir û qîmet dinixîne.

Serokwezîr di peyva xwe de behsa rola hêzên asayîş û polis kir ku şev û roj dikirin yek ji bona parastina emniyeta Herêma Kurdistanê û hevwelatiyên wê di dema birêveçûna kampaniyaya hilbijartina parlamentoya Kurdistanê de ku biryare ew hilbijartin di roja 30.09.2018ê de werin encam dan û daxwaz kir ku divê rojê jî de di parastina aramî û ser û canê welatiyan bi giştî rola xwe bibînin.

Barzanî bi pêwîstî zanî ku ji bona pirosesa dengdanê gelek bi serkeftî bi dawî bê û mînakeke serkeftina demokrasiyê li Herêma Kurdistanê de nîşan bidin, hemû alî hevkar bin.


Top