• Monday, 16 February 2026
logo

Kiliçdaroglu: Tirkiye di destpêka krîzeke aborî ya dijwar de ye

Gulan Media September 29, 2018 Nûçe
Kiliçdaroglu: Tirkiye di destpêka krîzeke aborî ya dijwar de ye
Serokê partiya serekî ya opozisyona Tirkiyê ragihand ku Tirkiye di destpêka krîzeke aborî ya dijwar de ye.



Serokê Partiya Gel a Komarî ya Tirkiyê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu di civîna fraksyona partiya xwe de gotarek pêşkêş kir û derbarê rewşa aborî ya Tirkiyê de hişyarî da.



Kiliçdaroglu da zanîn ku Tirkiye ber bi birçîbûnê ve diçe û got: "Em di destpêka krîzeke aborî ya dijwar de ne û ji krîza aborî ya 2001ê gelekî metirsîdartir û bi bandortir dibe."



Kiliçdaroglu diyar kir ku di 16 sal dibe desthilata AK Partiyê siyaseteke şaş peyrew dike, Tirkiye xistiye bin deynan ku tenê dana faîzê ji dana deynan zehmettir e.



Serokê CHPê, Serokomarê Tirkiyê bi wê yekê tohmetbar kir ku guhê xwe nade rewşa welatiyan û krîza aborî û got: “Ew bi xwe dest ji xweşiya xwe bernade ligel têkçûna debara jiyanê ya xelkê, lê ew li çêkirina koşk û avahiyên nû bo xwe difikire.”

Rudaw
Top