Peyama Serok Barzanî, liser Serokomariya Iraqê bo raya giştî
Serok Barzanî di peyamekê de ragihand, liser daxwaza xwe û ji bo pirs û ra liser posta Serokomar, birêz Dr Berhem Salih serdana me kir. Serok Barzanî diyarkir, posta Serokomarî mafek siyasî ji bo gelê Kurdistanê heye, ne ku şexs û aliyek. Ev post pêwendî bi hemû pêkhateyên Iraqê ve heye û bi gelê Kurdistanê ve jî. Herweha Serok Barzanî ragihand, Me pê baş bû ku, hemû aliyên Kurdistanî li ser yek namzetî rêk ketiban, lêbelê braderên Yekîtiya Niştimanî teklayene namzetê xwe diyar kir û paşî aliyên Kurdistanî yên din û Partiya Demokrat a Kurdistanê jî, kandîdê xwe ji bo vê postê diyar kir.
Serok Mesûd Barzanî amaje bi wê yekê jî kir, ji bo yekalîkirina vê pirsê pêwîst e mekanîzma diyarkirina kandîdê ji bo Serokomar, her li aliyê Kurdistaniyan bimîn e û rêz li raya zêdeyiya xelkê Kurdistanê bê girtin. Herwiha me pê baş e, diyarkirina birêzek ji bo Serokayetiya Komarî ya Iraqê, ji bo raya fraksiyonên Kurdistaniyan li Bexda ve vegerê. Her birêzek dengê zêdetir ên nûnerên aliyên Kurdistaniyan bidest ve anî, wekî kandîdê Kurdistanê ji bo Serokayetiya Komar bê diyar kirin. Daxwaz dikim hemû aliyek rêz li raya zorîne ya fraksiyonên Kurdistaniyan li Bexda bigrin.
