Erdogan li dijî PKK û Tevgera Gulen alîkariyê ji Almanya dixwaze
Biryar e îro Serokê Tirkiyê serdana Almanya bike û berî vê serdanê, ji medya Almanî re gotarek nivîsî û got: Vekirina rûpeleke nû di navbera Almanya û Tirkiyê de pêwîstiyek herî mezin e. Di çarçoveya rûpela nû de, em dixwazin pêwendiyên xwe yên baziraganî û abûrî geştir bikin.
Herwiha Erdogan got: Pêwîst e li dijî PKK, Tevgera Fethulla Gulen û DHKPC, Almanya alîkariya Tirkiyê û divê li dijî endamên wan rêxistinan gavên bibiryar bavêje. Divê Almanya Tevgera Fethulla Gulen wekî rêxistineke terorîst bide naskirin.
