• Monday, 16 February 2026
logo

DAIŞê êrîş kir ser navçeyek Kerkûkê!

Gulan Media September 26, 2018 Nûçe
DAIŞê êrîş kir ser navçeyek Kerkûkê!
Çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê êrîş kirin ser navçeyek Kurdistanê û şer derket.

Li gor zanyariyên berdest, çekdarên DAIŞê şeva borî 25.09.2018ê derengê şev êrîş kirin ser gundê Xerîb ê bajarokê Ebasî yê başûrê rojavayê parêzgeha Kerkûkê.

Hat zanîn di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên polîsê federal ên Iraqê de pevçûn derket û heta naha derbarê ziyanên giyanî û madî de zanyarî nehatine dayîn.

Piştî dagir kirina bajarê Kerkûkê û navçeyên derdora wê yên Kurdistanê, ji aliyê Heşdî Şeibî û hêzên Iraqê ve, berpirsyariya parastina asayîşa navçeyê û hemwelatiyan girtin ser xwe, lê ji ber ne çalakbûn û bêhêziya hêzên Iraqî şaneyên veşartî yên DAIŞê û grubên tewankar dest bi çalaki û kiryarên terorîstî kirine.

Basnews
Top