• Monday, 16 February 2026
logo

Kurdekî Êzdî dibe Serokê Encûmena Parêzgeha Nînewa

Gulan Media September 26, 2018 Nûçe
Kurdekî Êzdî dibe Serokê Encûmena Parêzgeha Nînewa
Peyamnêrê Kurdistan24ê li Dihokê ragihand, pêş nîvroya îro Çarşemê 26/9/2018an, li avahiya Encûmena Parêzgeha Nînewa li Mûsilê, di helbijartineke vekirî de, bi piraniya dengan, endamê Encûmena Parêzgeha Nînewa û serokê firakisyona Biratî û Pêkevejiyanê Seydo Çeto weke serokê Encûmena Parêzgeha Nînewa hat hilbijartin.

Piştî hilbijartinên Perlemana Iraqê, serokê berê yê Encûmena Parêzgeha Nînewa Beşar Kîkî, bû endamê Perlemana Iraqê, lewra jî îro Seydo Çeto li şûna wî ji bo serokatiya Encûmena Parêzgeha Nînewa hat hilbijartin.

Seydo Çeto, Kurdekî Êzdî ye û ji bajarokê Xanesorê yê ser bi Şingalê ve ye û berî niha wek endamê Encûmena Parêzgeha Nînewa, li ser lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê hat hilbijartin.

K24
Top