• Monday, 16 February 2026
logo

Kerkûkiyan beriya her kesî salvegera referandoma serxwebûnê pîroz kirin

Gulan Media September 25, 2018 Nûçe
Kerkûkiyan beriya her kesî salvegera referandoma serxwebûnê pîroz kirin
Li Kerkûkê, xortên kurd bi daliqandina alaya Kurdistanê bi dîwar û stûnên elektirîkê ve, salvegera referandoma serxwebûna Kurdistanê pîroz kirin û bibîr anîn.

Îro yekemîn salvegera referanoma serxwebûna Kurdistanê ye. Par vî çaxî, bi milyonan Kurdistanî çûn ser sindoqan û dengê xwe dan serxwebûn û azadiya Kurdistanê.

Derengiya şeva borî komek xortên wêrek yên Kerkûkê alaya Kurdistanê bi dîwar û stûnên elektirîkê ve kirin û beriya her kesî salvegera referandoma Kurdistanê pîroz kirin û bibîr anîn.

Piştî rûdanên 16 Cotmeha par û dagîrkirina Kerkûkê ji aliyê Heşda Şeibî û hêzên Iraqî ve, hildan û bilindkirina alaya Kurdistanê hat qedexekirin, yên ku vê yekê jî bikin bi tundî ji aliyê Heşda Şeibî ve tên cezakirin.

Basnews
Top