Yekem şehîdê referanduma serxwebûna Kurdistanê Kerkûkiyek bû
Piştî derbasbûna salekê, malbata yekem Şehîdê Referandum, çavê wan li wê yekê ye, ku Kurd serxwebûna dewleta xwe rabigehînin.
Ehmed Ebdilqadir, birayê Raid yekem Şehîdê Referandumê dibêje: Rast e xortekî me ji bo serxwebûna Kurdistanê şehîd bûye, lê niha em pênc bira mane û amade ne em her pênc, canê xwe bidin ji bo bicîkirina xewna serxwebûna Kuristanê.
Got jî: Birayê me bi serbilindî şehîd bû, û em jî bi vê yekê serbilind in. Bi hêvî me aliyên siyasî ji mafê serxwebûna Kurdistanê danekevin.
K24
